Monday, October 22, 2007

Nazîf Telek ê heyranê Bedlîsê ji nav me bar kir

Nazîf Telek (1957-30.09.2007 Düsseldorf) nivîskarek kurd, ji Bedlîsê bû.
Telek sala 1957 li Bedlîsê hatibû dinyayê. Li Tirkîyê di mektaba teknîkê da xwend, di sala 1980 ji ber kar û xebatên sîyasî, wekî gelek kesan derket der welat û li Almanya bû penaber. Telek li vir zimanê Almanî hîn bû berhemên xwe bi du zimanan, Almanî û Kurdî, piranî bi zimanê Almanî nivîsand. Endamê Yekîtiya Nivîskarên Alman û her usa jî endamê PENê bû.
Nazîf Telek 30.09.2007 de li Duseldorf ê ji ber nexweşiya pençeşêre çû ser heqiya xwe.

Berhem wî:
Rojda und die Binnen/Rojda û mêşên hungiv(almanî, kurdî
Newroz fur uns alle/Newroz(almani, tirki)
Dreî Covboys în kurdîstan
Von Kurdîstan nach Deutschland/Li Kurdîstanê sê kovboy
Dîe Starke der Lowîn/Hêza şêr (almanî,kurdî)
Sehnsucht nach Freiheit/Hesreta azadîyê (almanî, kurdî)
Martin & Misto. Die Geschichte einer Freundschaft/Martîn û Misto.Çîroka hevaltîyekê(almanî,kurdî)
Ihr lîeben în Bîtlîs/Jiyana wan li Bedlîsê(almanî kurdî)

No comments: